Qamişlo.. Serokê ENKS semînarek derbarê pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêşkêş kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl semînarek li nivîsegeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Qamişlo li ser dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêşkêş kir.
Semînar îro bi beşdariya, endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, endamên yekîtiyên nivîskaran û endamên yekîtiyên jinan bi rê ve çû.
Di semînarê de, Serokê ENKS Mihemed Ismaîl behsa Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir û got: "Ev konfirans piştî 6 salan ji danûstandinan li gel PYDê bi piştevaniya Serok Barzanî û Hevpeymaniya Navdewletî hat lidarxistin".
Ismaîl da zanîn ku Serok Barzanî ji wan xwestiye li ser nêrîneke hevbeş û şandeke hevbeş li hev bikin.
Her weha Mihemed Ismaîl li ser dawîn pêşhateyên Sûriyê rawestiya û diyar kir ku Kurd sûdê ji nakokiyan nabînin lewma pêwîstiya wan bi danûstandinan di Sûriya nû de heye.
►Her wha biwîne: Panêlek bi navnîşana "Kurd û Guhertinên Siyasî li Sûriyê" bi rê ve çû