Pizîşkên Bê Sînor: Kêmkirina perepêdana Emerîkî bandor li 4.4 M Sûrî kiriye
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina "Pizîşkên bê Sînor" diyar kir ku kêmkirina berfireh ya Emerîka ji perepêdanê re, bûye sedema girtina bêtirî 150 saziyên tenduristiyê li Sûriyê.
"Pizîşkên bê Sînor" di daxuyaniyekê de got ku piştî 14 salên şer û hilweşandina Rêjîma Esed, hîn bêtirî 7.2M derbider li Sûriyê hene û pêwîstiya wan bi xizmetguzariyên sereke heye.
Li gorî heman daxuyaniyê, ji Sibata bûrî ve kêmkirina perepêdana Emerîkî bandor gihandiye nêzîkî 4.4M kesî li 9 parêzgehên Sûriyê û bi sedema wê kêmkirinê, bêtirî 150 saziyên tendirustiyê hatine girtin.
Rêxistina "Pizîşkên bê Sînor" daxwaz kiriye ku zêdekirina piştgiriyê bo Sûriyê were gerentîkirin, da ku bersivdaneke giştgir dest pê bike û pêdiviyên bi milyonên pêwîstîdaran peyda bibin.