El-Şeri´ û Al Xelîfe mijarên hevebeş gotûbêj kirin

El-Şeri´ û Al Xelîfe mijarên hevebeş gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ bi serdaneke fermî gihîşt Behrênê û li gel şahê wê welatî Hemed Bin Îsa Al Xelîfe mijarên hevbeş gotûbêj kirin.

Serokatiya Sûriyê îro da zanîn ku Ehmed El-Şeri´ serdana Behrênê kir û li gel Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe li koşka El-Sixêr civiya.

Li gorî serokatiya Sûriyê, di civînê de, çawaniya bihêzkirina hevkarî û hemahengiyê di mijarên hevbeş de hate gotûbêjkirin, pişt re sardana El-Şeri´ li Behrênê bi dawî hat û xatir ji Al Xelîfe xwest.

Ev serdan tê di çarçoveya serdananê Ehmed El-Şeri´ de bo welatên Erebî ji bo bihêzkirina peywendiyan.

*Her weha bixwîne: El-Şeri' gihişte Fransa û li gel Makron dicive