4 roj in agir li daristanên Laziqiyê vêketî ye
Welat TV – Hewlêr
Çar roj in agir bi daristanên gundewarê Bakurê Laziqiyê ketiye û ta niha nehatiye vemirandin û kontrolkirin.
Berevaniya sivîl a Sûrî ragihand ku tîmên wê di roja 4emîn de di hewlên vemirandina êgir li devera Rebia li gundewarê Laziqiyê berdewam kir.
Berevaniyê da zanîn jî ku tîmên vemirandinê rastî gelek astengiyan tên, ji ber hebûna bayê û bilindbûna pileyên germê û siruşta deverê ya çiyayî.
*60% hatiye vemirandin
Ji aliyê xwe ve wezareta firyaguzarî û karesatan a Sûriyê got, ta niha 60 ji sedî ji wî agirî hatiye kontirolkirin.