Serok Barzanî: Em piştevanên yekhelwetsa Kurdî li Sûriyê ne ji bo pirsgirêk bi aştiyane çareser bibin

Serok Barzanî: Em piştevanên yekhelwetsa Kurdî li Sûriyê ne ji bo pirsgirêk bi aştiyane çareser bibin

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtineke taybet de li gel kenala Şems da zanîn ku "Gelê me di tu deman de bê omîd nebû û bi berxwedana xwe gihişte mebesta xwe, di rêjahiya xebata xwe de Kurdan qurbanî dane, 180 hezar bêguneh hatin şehîdkirin, di çend çirkeyan de 5 hezar li Helebce şehîd kirin, her weha 12 hezar ciwanên Kurdên Feyelî û 8 hezar Barzanî hatin bêserûşûnkirin".

Serok Barzanî diyar kir "Şer ji her tiştekî xerabtir e lê ya jê xerabtir xweradestkirin e, xebata me jî ji beriya 100 salî ve berdewam dike li gel Şêx Ebulselam Barzanî dest pê kir".

Serok Barzanî da diyarkirin "Xwendin mercê pêşketinê ye, em rastî bombebaranê dihatin û zarokên me di şikeftan de dixwendin, û dest ji xwendin û zanînê berneda".

*Rewşa Sûriyê

Serok Barzanî diyar kir, "Guhartin li Sûriyê pêşbînîkirî bû lê ne bi vê lezê, helwesta hikûmeta nû erênî ye, peywendiyên me yên rasterast tune ne lê yên ne rasterast hene, û peyamên erênî ji me re dişînin ku dixwazin aştî û aramî belav bibe û bigihin rêkeftinekê li gel Kurdan".

*Yekhelwesta Kurdî

Serok Barzanî da zanîn "Me hewl da ku helwesteke yekgirtî û nêrîneke hevbeş a Kurdan li Sûriyê ji Hikûmeta nû hebe. Em piştevaniya yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin, da ku pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin".

*Çanda lêbûrînê

Serok Mesûd Barzanî got jî "Di dirêjahiya dîrokê de tu carî pirsgirêkên olî û mezhebî li ba me rû nedane, çanda me li ser bingeha lêbûrînê ye".

*Kurdistan perçe kirin

Serok Barzanî got: "Rêkeftina Lozanê, Kurdistan perçe kir û azarên Kurdan zêde kirin, weke her gelekî Ji mafê gelê Kurd e çarenivîsa xwe diyar bike, û ez bi hêvî me rojek were Kurd azad û serbixwe bin".

*Naveroka hevdîtinê

**Cenabê serok, spas ku tu îro bi me re yî, karê ji bo berjewendiya gelê Kurd dibe ku weke karê malbatî be, te tevaya jiyana xwe di karê ji bo gelê xwe derbas kir, te got bandora bavê te li ser te mezin bû,  ji min re behsa bavê xwe bike û yekem bîranîna te û bandora wî li ser te çi ye û çi hişt tu bi ser bikevî û ti bigihî vê rojê?

Serok Barzanî: Bandor bavê min li ser min mezin bû, lê weke tu dizanî, dema bavê min çû Yekîtiya Soviyêtê ez 6 mehî bûm, dema vegeriya ez 12 salî bûm, wate min di wê demê de bavê xwe nedît, lê min dizanî ku ji bo doza gelê xwe çûye, weke berpirsiyaretî li hember gelê xwe, ji wê demê ve min dest bi xebatê kir.

Derbarê dîroka malbata me, ji apê min Şêx Ebdulselam ji destpêka sedsala bûrî ve dest pê kiriye, mafên gelê Kurd û wekhevî xwestin, piştî ku li ser destê Osmaniyan sala 1914an hat bidarvekirin, ji wê demê ve heta niha xebata malbata me berdewam e.

**We stema mirovan li ser mirovan dît, we bûyerên hovane dîtin, tevî wê yekê dema em tên Kurdistanê em cihekî xweş û geş dibînin, di demên teng de, we çawa hêvî çandin, çaksazî, geşbûn û berdewamiya pêşketinê çawa bû?

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê rastî êş û derdeseriyan hatiye û gelek êş kişandine, rastî karesat di dirêjahiya xebata xwe de hatiye, em gelek dûr neçin, rastî enfal û kîmyabarankirinê hatiye, di vir de xaleke girîng heye, gelê me tu carî bê omîd nema, her dem hêvîdar bû da ku bigihe mebesta xwe, ew jî ji ked û qenciya gel e, ku canên xwe kirine qurbanî da ku bigihin vê rojê, berhema xwîna bi hezaran ji ciwanên me ye, lewma em şanaz in ji ber ku em dizanin kesekî ev deskeftî nedaye me, lê belê berhemê qurbanîdana şehîdê me ye.

**Li zanîngehên Emerîkayê, her hejmarek ji bo nîşana madeyekê tê bikaranîn, bû nimûne 101 ji bo xulan e, derbarê kesê Emerîkî yê ku hîn li ser Kurdistanê nizane, divê çi zanibe wate Kurdistan 101 çi ye?

Serok Barzanî: Gelê me beşek e ji vê deverê, ji kevin ve em li vir in, dibe ku ji beriya gelek gel li vir in, lê di dirêjahiya dîrokê de, gelê Kurd rastî xiyanetê hat, bi taybet piştî şerê cîhanî yê yekem, em perçe kirin bê ku ji me pirs bikim ku em dixwazin bi kê re bin, yan em serxwebûnê dixwazin yan na, di peymana Sîver de hevpeymanan biryardana mafên çarenivîs da gelê Kurd, lê li peymana Lozan, jê vegeriyane, ew perçekirin rewşek xerab li paş xwe hişt, em baş dizanin ku guhertina rewşê ne hêsan e, lê nayê wê wateyê ku gelê Kurd ji mafê xwe bêpar be, me gelek stem û zordarî dît lê em aştîxwaz in, em naxwazin vê rewşê bi zora hêzê biguherin, em li gel diyalog û bihevrejiyanê ne, da ku jiyaneke xweş û birûmet di wêneyeke demokratî û aştî de bijîn, gelê Kurd di her perçeyekê de bigihe mafên xwe, lê nabe her dem bêpar bimînin.

** Sûriyê cîranê we ye di vê dawiyê de serkirdayetî hat guhertin, hûn li ser serokê nû li Sûriyê çi dibêjin?

Serok Barzanî: Bêguman, guhertin li Sûriyê pêşbînîkirî bû, lê ne bi vê lezê, guhertineke mezin û xaleke girîng di dîroka deverê de çêkir, em hemû dîroka vê serkidayetiya nû dizanin, lê piştî hatin ser deshilatê nameyên êrînî ji me re şandin, tevî ku peywendiyên rasterast tune ne, lê peywendiyên nerasterast hene, name ji me re şandin ku dixwazin aştî belav bibe û şer naxwazin û dixwazin bigihin peymanekê li gel Kurdan, li ser vê bingehê me hewl li gel Kurdan da ku divê xwedî nerîneke hevbeş bin, û daxwazên wan ji hikûmeta nû yek bin, di 26 Nîsanê de li Qamişlo konfiransek li dar ket tê de Kurdan li ser nerîna hevbeş li hev kirin û biçin Şamê, em jî piştevan in da ku pirsgiran bi aştiyane çareser bikin.

**Em behsa Îranê bikin, tu li hundirî sînorê Îranê ji dayîk bûye, tevî wê yekê jî gelek guhertin di peywendiyan de li gel wan çêbûn, peywendiyên we di çi astê de ne?

Serok Barzanî: Rast e ez li Mehabadê ji dayîk bûme, Îran welatekî girîng e li deverê her weha cîranê me ye, em tu carî naxwazin pirgirêkên me li gel hebin, lê divê peywendî li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş bin, em naxwazin pirsgirêkên me li gel Îranê hebin, lê di heman demê de em naxwazin, ne Îran û ne jî welatekî din destwerdanê di karûbarên me yên hundirîn de bike.

Hindek car peywendiyên me rastî pirsgirêkan tên, lê di dema niha de normal û baş in, em naxwazin bibin alîyek ji nakokiyên di navbera Îran û aliyên din de, dîsa jî weke min gotiye em rênadin tu aliyekî destwerdanê di karûbarên me de bike.

**Tu behsa rêzgirtinê di navbera welatan de dikî, derbarê peywendiyên Emerîka û Îranê, ji berê de lawaz in, tu demekê de negihiştin rêkeftinekê, îro em dibînin ku Trump ketiye danûstandinan, her du alî hişyar in, diyar e bawerî tune ye, lê dixwazin diyalogê bikin, şîretên te ji Emerîka re çi ne ku yekem car e ji demeke dûr ve, dikeve danûstandinan?

Serok Barzanî: Baş e, weke prensîpekê bingehîn, diyaloga di navbera her du welatan de û gihiştin bi çareseriyan, ji şer baştir e ev yekem tişt e, ya duyem bi hêvî ne ev diyalog bigihin encamên erênî ji bo xêr ji tevaya gelên deverê û gelê Îranî re bînin, aramî û seqamgîrî vegere, û tu alî rêkeftinekê li ser hesabê gelên din îmze neke. 

**Serok Trump dibêje çi rêkeftin be, divê ji Îraneke bê otomî be, ev yek di cî de ye?

Serok Barzanî: Daxuyaniyên vê dawiyê yên me bihîstine dijî hev in, bi rastî, agahiyên min li ser mijara otomî tune ne, ka çawa ye û bi çi şêweyî ye, lê ya girîng û ez ê dubare bikim ku em li gel diyalogê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, çi mijarên otomî be yan dose û mijarên din be, em tekez dikin ku divê tu rêkeftin li ser hesabê aliyên din neyê îmzekirin.

**Em behsa peywendiyên Kurdiatanê û Emerîka bikin, min naveroka hevdîtineke te xwend ku beriya 8-9 salan bû, te tê de gotiye ku tu ji peywendiyên di demên niha ji girjî û alozaiyn ne bawer î, beriya du heftiyan te û wezîrê dervê peywendiyeke telefonî encam da her weha te yek ji nûnerên wî dît. Niha peywendiyên we bi Emerîka re çawa ne?

Serok Barzanî: Bila em rastgo bin, beriya 20-30 salî eger te Hewlêr bidîta ji niha gelekî cudatir bû, ne ji destwerdana Emerîka sala 1991ê ba, ev derfet ji me re venedibû, me nikarî welatê xwe ava bikin û em bêhna azadiyê bikin, Emerîka devera aram li vir damezrand, duyem tişt, di şerê DAIŞê de, piştevaniya Emerîka bandoreke mezin li ser Pêşmergeyan kir û efsaeya DAIŞê ji nav birin, bêguman peywendiyên me pêşketin û niha baş in û bi hêvî ne baştir bibin.

**Di jiyana xwe de te papa dîtine te serok û rêberên cîhanî dîtine, lê kes weke Trump tune ye, ji min re behs bike ka nerîna te li ser çi ye?

Serok Barzanî: Mixabin, min Trump nedîtiye, lê bêguman şêweyê wî ji serokên din cudatir, hêviya serkeftinê jê re dixwazin, her weha serkeftinê ji gelê Emerîkî re dixwazin, bi rastî hin reftarên wî bi dilê min in, hin biryar standin bi dilê min bû, tevî ez naxwazin behsa vê yekê bikim, lê ew biryar di cihê xwe de bûn.

**Emerîka li gel Misr û Qeterê tîmeke danûstandinan ava kir, ji bo şer li Xeze bi dawî bînin, û aştiyê bi cî bikin, tu xwediyê ezmûneke dirêj î, şîretên te ji wê tîmê re çi ne?

Serok Barzanî: Tişta ku Emerîka bike, kes nikare bike, eger Emerîka nikarîbû bike ez bawer im aliyekî din nikare bike, û em piştevanê vê gavê ne da ku aramî û aştî bi cî dibe.

** Ez ê pirsa xwe bi şêweyekî din bikim, tevî hin cudahî hene, lê gelê Kurd rastî gelek zordarî û stemkarî hatiye, niha serkeftî ye û abûriya wan bihêz e, gelê Xeze çawa dikare sûdê ji Kurdistan û gelê wê bibîne?

Serok Barzanî: Çanda gelê Kurdistanê çandeke dewlemend e li ser bingeha pêkvejiyan û hevpejirandinê ye, di dirêjahiya dîroka me de tu carî pirsgirêkek olî, mezhebî û tayîfî rû nedaye, ev yek hişt ku em pirsgirêkên mezin gavên paş xwe, bûnimûne, di salên 70-80 de rêjîma Iraqê her tiştek di ser gelê Kurdistanê de kir, di tawana Enfalî de 180 hezar hatin bêserûşûnkirin, di çend çirkeyan de 5 hezar li Helebce şehîd kirin, di nav de zarok û jin hebûn, ne bi tenê Helebce hat kîmyabarankirin, lê belê deverên din ên Kurdistanê jî rastî wan êrîşan hatin, lê li Helebce ziyan herî mezin bû, 12 hezar Kurdên Feylî ji ber ku Kurd bûn hatin bêserûşûnkirin, serbarî 8 hezar Barzanî, ku hejmara wan dike 180 hezar kes piraniya wan ji jin û zarokan e.

Di raperîna 1991, piştî ketina rêjîma Iraqî di şerê Kiwêt de, gelê Kurdistanê berê xwe neda tolhildanê, lê belê leşkerên ku ew tawan encam dane serbet berdan ew jî tiştekî mezin bû, min bawer nedikir gelê me weha lêbûrîn bike. Carinan şer li ser te tê sepandin, wê demê tu neçae i berevaniya xwe bikî, şer ji her tiştekî xerabtir e, lê ya xerabtir xweradestkirine e, tu herî şer dirust bikî ev şaşîtiyeke mezin e, tu carî me dest bi şer nekiriye, me her dem berevaniya xwe dikir, me tolhildan nekiriye, gelê me her dem lêbûrîn dikir, dibe ku sûd ji vê ezmûnê were kirin.

**Abûrî li vir pir geş e, dema ez li Hewlêrê dinêrim, ez pêşketinê li her cihî dibînim, ez hest bi rihetiyê û geşbûnê dikim, ji min re bibêje hûn çawa gihiştin vê qonaxê, piştî êş û derdeseriyan, we çawa ev serkeftin di geşepêdana abûrî de bi cî kir?

Serok Barzanî: Divê mirov li welatê xwe hez bike, gelê me ew yeke tekez kirin, kesên di karta taybet û yên hikûmetê de kar dikin kedeke mezin di avakirina welêt de kirin, dema gelê me di Adara 1991ê dest bi raperînê kir, 4.500 gund hilweşiyayî bû, û şêniyên wan hatibûn derxistin û koçberkirin, hin caran min li wan gundan temaş dikir, min digot tu carî em nikarin careke din ava bikin, niha ez serdana wan gundan dikim, nayê bawerkirin ku çawa dîsa hatine avakirin.

Bi rastî, ev yek bi keda gelê me û bi alîkariya hevalên me çêbû, em li welatekî pir dewlemd de ne lê derfet ji me re venebû ku em sûdê ji wê dewlemdniyê bibînin, wek mînak, Iraq pişta xwe bi petrola Kerkûkê girêdide, ew jî petrola Kurdistanê ye, di dema damezandina dewletê de, me tu xêr ji vê petrolê nedît, pê bombe, balafir û tank dihatin kirîn û li me dixistin, îro piştî ketina rêjîmê 2003, derfeteke zêrîn ji Iraqê re hat, û em bi hêz çûn Iraqê û bi biryara Perlemana Herêmê me berê xwe da Bexdayê da ku Iraqekî nû bi alîkariya Emerîka, hevabend û hevalan damezrînin, heta em gihiştin qonaxa destûrê 2005an, ez nabêjin destûrekî temam e, ku di wê demê de guncaw bû, ta roja îro jî baş e eger pabendî pê were kirin, lê mixabin pabendî pê nehatiye kirin.

Pêşketina tu îro dibînî, bê astengê û zehmetî nehatin, ji sala 2014an ve, Bexdayê budceya Herêmê birî, nirxê petrolê daket û korona hat her weha şerê DAIŞê,  ev hemû sedemên li pêş pêşketina Herêmê bû, tevî wê yekê jî, ji ber keda gel, pêşketin berdewam kir û avadankirin berdewam kir.

**We guhdan da xwendin û fêrkirinê, ne bi tenê li bajaran lê li deverê din jî, ji min re behs bike, plan çawa bû çima hûn taybetmendiyekê didin xwendinê?

Serok Barzanî: Mercê pêşketina gelan zanîn e, tu carî zanîn geş nabe bê perwerde, dibistan û zanîgeh, dema şoreşa Êlûnê, rewşa me gelekî zehmet bû, em rastî bombebaran dihatin, zarokên me xwendina xwe li şikeftan berdewam dikirin, bêguman, em girîngiya xwendinê baş dizanin, gelê zana dikare pêbikeve, lê yê nezan, her li paş dimîne.

**Ez ê navekî bînim zimên, ez ê karvedana te nas bikin, serok Corc Boş ê kur e?

Serok Barzanî: Serok Corc Boş, li cem min û tevaya gelê Kurdistanê cihê rêzê û pêzanînê ye, hevalekî min ê qedirgiran e û em rêzê lê digirin.

** Yek ji tiştên ku min her car bihîstiye, ne tenê ji gelê Kurd lê belê ji her kesekî hatiye li vir jiyan kiriye, li ser çand Kurdî ye, hemû dibêjin ku ez ji çanda Kurdî hez bikim, gelekî rind û ciwan e, ji min re behsa çanda Kurdî bike?

Serok Barzanî: Derfet ji Kurdan re venebû ku di warê siyasî û bazirganî û warê de kar bikin, berê xwe dan çand û rewşenbîriyê, ev war weke warên din ne asteng û girêdayî bû, lê bi rastî Kurd xwediyê çandeke dewlemd a taybet bi wan e.

** Li Emerîka di çîrokên holîwod, ji çîrokên serkeftinê û kesê bê pişt hez dikin ji ber ku di dawiyê de bi ser dikeve, çîroka we jî weha ye bi rastî, hûn di demên teng re derbas bû, hûn rastî rûbirûbûyên mezin hatin, lê tevî wê yekê em îro di sala 2025an de ne, we serkeftineke mezin bi dest xistiye, pêşeroj çawa ye, piştî 10-20 salên din hêviyên we çi ne?

Serok Barzanî: Îmana min negor e nayên guhertin, ku mafên çarenivîsî ya gelê Kurd mafekî rewa ye, weke çawa ji her gelekî re normal e, ji Kurdan re mafên wan e, ez ne li gel hêzê me, bi hêzê tu gav neyên avêtin û bi cî nabin, bêguman ez bi hêvî me rojek were gelê kurd bigihe mafên xwe û weke gelên din azadî û serxwebûna xwe bibîne, pitşî 10 salan an 100 salî ez nizanim, Xwedê dizane.

**Sincên mirovan rastiya mirovan diyar dikin, ez baş dizanin ku tu mirovekî sade yî, lê te roleke sereke di pêşketina Kurdistanê de lîstiye, gelo tu, tu carî hest bi şanazî û razîbûnê li ser pêşketina Kurdistanê dikî?

Serok Barzanî: Ez dixwazim tiştekî bibêjim min tu carî karek nekiriye bê ku ez pê ne bawer bin, ta niha li ser tişekî ez poşman nebûme, lê eger hinekî paş ve vegeriya dibe ku bi şewyekî din serederî li gel hin bûyeran re bikî ji ber ku niha zanyarî û agahî li cem te li ser biryarên berê te standine çêbûne.

Xweştirîn qonax, ez dikarim bibêjim ku qonaxa raperînê, derfeteke mezin ji gelê Kurdistanê re vekir, ji stem û zordariyê rizgar bû, û ev deskeftî hat, ev xweştirîn qonax bû, beriya wê, dema ez biçûk bû, ez 10 - 12 salî bû, sala 1958an, bavê min ji Rûsiyê vegeriya, apê min Şêx Ehmed hat serbestberdan, û rê ji malbata me re hat dayîn ku em vegerin devera Barzanî, ew qonax jî dîsa qonaxeke xweş lê ez di wê demê biçûk bû.