Enqera.. Turkiyê, Sûriyê û Urdin dawîn pêşhateyan gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Bi beşdariya wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî, civînek li Enqerayê dê were lidarxistin û dawîn pêşhate têne gotûbêjkirin.
Li gorî ajansa "Anadol" ya Turkiyê, sibe Duşemê, Wezîrên derve yên Turkiyê, Sûriyê û Urdinê dê li hev bicivin.
Di wê civînê de hersê alî dê dawîn pêşhateyên ewlehî li deverê gotûbêj bikin.
Jêderê da zanîn jî ku "di civînê de dê tekezî li ser giringiya hevkariya herêmî di rûbirûbûna astengiyan de, di serî de jinavbirana terorê, were kirin".