PKKê bi fermî xwe hilweşand û çalakiyên xwe yên çekdarî bi dawî anîn

PKKê bi fermî xwe hilweşand û çalakiyên xwe yên çekdarî bi dawî anîn

Welat TV - Hewlêr 

Îro 12 Gulana 2025an, Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bi fermî xwe hilweşand.

PKKê xwe hilweşand û çalakiyên xwe yên çakdarî bi dawî anîn.

Beriya çend rojan, PKKê ragihand ku kongireya xwe ya 12'emîn li dar xistiye û biryarên giring hatine standin.

Li gorî daxuyaniyekê ji PKKê, li ser banga Ocelan kongireya wê ya 12'emîn di navbera 5 - 7ê vê meha Gulanê de hat lidarxistin û li ser bingeha wê bangê, biryarên giring derbarî karên PKK hatin standin.

*Banga Ocelan

Di Sibata bûrî de, Desteya Îmraliyê bi Serokê PKKê Ebdulah Ocalan re hevdîtin kiribû û nameyek jê veguhestibû.

Ocelan di nameyê de bang li PKKê kir ku çekên xwe deyne û xwe hilweşîne û got ew berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigire ser xwe.

►Her weha bixwîne.. PKKê derbarî nameya Ocelan daxuyanî da: Agirbestê radigihînin