Partiya Pêşverû pêşwaziyê li biryara xwehilweşandina P.K.K û çekdanînê dike
Welat TV - Hewlêr
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di daxuyaniyekê de pêşwazî li derencamên kongira PKKê û biryara xwehilweşandinê kir.
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê got xwehilweşandina PKKê gaveke girîng e, û pêşhateyeke dîrokî ye, dibe ku bibe sedem ji dubare dariştina peywendiyan di navbera Turkiyê û Kurdan de, û rê li ber aramiyeke giştgir li Turkiyê, Iraq û Sûriyê xweş bike.
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê tekez kir, ev guhertin dide diyarkirin ku serdema çek û tundûtûjiyê nema, ezmûnan piştrast kiriye ku maf ne bi tenê bi zora hêzê tên wergirtin, lê belê hişmendî û xebata aştiyan û karê siyayî jî pêwîst in.
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê got jî: Em li partiya Pêşverû baweriya me bi w yekê heye ku çareserkirina doza Kurdî li Turkiyê û tevaya perçeyên Kurdistanê pêwîstî bi viyaneke siyasî ya rasteqîne û liv û tevgereke wêrek berev lihevhatin, dadmendî û danpêdanê heye.
Partiya Pêşverû hêvî kir ku qonaxeke nû ji berpisiyaretî û hişyariyê dest pê bike ku li gel guhertin û pêşhateyên û hêviyên gelê Kurd re guncaw be.