Ewlehiya Îranî keçeke kurd kuşt

Ewlehiya Îranî keçeke kurd kuşt
Anahîta Emîrpûr

Welat TV - Hewlêr

Keçeke kurd ji Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên sîxuriya Îranî ku bi Itîlaat tên naskirin, li bajarê Birûcêrd a parêzgeha Loristanê hat kuştin.

Anahîta Emîrpûr, xwendekara kurd e ji bajarê Koyeşt ê parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê ye bi guleyan hat kuştin.

Rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan ragihand, roja 19ê Çileya 2024an, hêzên Îtlaat a Îranê li navçeya Nîzamabad a bajarê Birûcêrd a parêzgeha Loristanê gule li otomobîlekê berdane di encamê de keça kurd a temen 20 salî ya bi navê Anahîta Emîrpûr ku xwandevana dibistana perwerdeya werzişê ya Zanîngeha Azadî ya Birûcêrd bû jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Hengaw a mafê mirovan di raporteke berê de ragihand: Ciwanekî bajarê Newsûdê yê bi navê Peyman Ebdî ku ji aliyê saziyên ewlehî ya Iranî ve li Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin, ji ber eşkencekirinê di 9ê Çileya 2024an de jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan 5ê Çileyê de jî da diyarkirin: Berzîn Hemza di şoreşa Şehîd Jîna Emînî de ji aliyê hêzên ewlekariya Iranê ve hat girtin, di zîndanê de rastî lêdan û eşkenceyê hat, piştî derket 3 neştergerî jê re hatin kirin.

Rêxistinê eşkere kir: Dema neştergerî jê re dihat kirin, ji ber têkçûna rewşa wî, jiyana xwe ji dest da.

Berzîn Hemza ji şêniyên bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye, weke bi hezaran ji ciwanên kurdan beşdarî di şoreşa Jîna Emînî de kir.