Nerazîbûna êrîşên Îranî li ser Hewlêrê zêde dibin
Welat TV – Hewlêr
Nerazîbûna êrîşên Îranî li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê zêde dibin, rojene bi hezaran ji kurdan wan êrîşan şermezar dikin.
Şeva 15 li ser 16ê Çileyê, Pasdarên Îranî bi mûşekên balistî, êrîşî Hewlêrê kir, di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, û hejmareke din birîndar bûn.
Îro 22yê Çileyê, li bajarê Akrê yê Herêma Kurdistanê, bi hezaran ji welatiyên bajêr û Berdereşê êrîşên Îranî şermezar kirin.
Wêne û dîmenên ji bajêr belav bûne, bi hezaran ji hemû nifş, çîn û pêkhateyan beşdarî li xwepêşandaneke mezin kiriye.
Beşdarbûyên xwepêşandanê bi tundî armanckirina Hewlêrê ji aliyê Pasdarên Îranî ve riswa û şermezar kir, banga danîna sînorekê ji binpêkirinên dermafê serweriya Herêma Kurdistanê kir.
Duh jî li bajarê Zaxo bi dehê hezaran ji şêniyên wê daketin kolanan, dengê xwe bo Hewlêrê bilind kir, û êrîşên Îranî şermezar kirin.
Hejmarek welatên cîhanê û aliyên Kurdistanî êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir. Revenda Kurdistanî xwepêşandan li pêş balyozxaneyên Îranê li welatên Ewropî û Emerîkayê dijî êrîşên Îranî li dar xistin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek çalakvan, seknandinek ji bo şermezarkirina êrîşên Turkiyê li ser jêrxaneyên xizmetguzarî, westgehên av û petrol, gaz û elekitrîkî her weha êrîşa Pasdarên Îranî bi mûşekan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi rê ve bir.