Xelîl Atac: P.K.Kê 35 hezar heta 40 hezarî kirine qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Serkirdeyê berê yê PKKê Xelîl Atac got ku biryara xwehilweşandina PKKê û çekdanînê biryareke di cî de ye, ji ber ku ji sala 2000î tu zemîna şer nemaye.
Xelîl Atac ku 40 salî di nav PKK de maye, di programa Rojeva Welat de diyar kir, ku ji dema şerê çekdarî dest pê kiriye, PKK 35 hezar heta 40 hezarî kirine qurbanî.
Serkirdeyê berê yê PKKê Xelîl Atac tekez kir, xalên rêkeftinê ne zelal in, tişta ku belav dibe li ser cih û çawaniya çekdanîn heta niha ne piştrast in.
Atac da zanîn jî ku 3 beşên endaman hene, li gorî tê gotin 3000 destê wan bi xwînê nebûye, 200 endam ên naverast in, û 100 endam ên pilebilind in, yên serkirde û fermandar dê biçin welatekî sêyem, behsa Efrîqa û Nerwîc dikin. Niha 5000 hezar endamên PKK hene.
*Xwehilweşandin HSD li xwe nagire
Serkirdeyê berê yê PKKê Xelîl Atac got jî, biryar xwehilweşandinê, HSD li xwe nagire, ji ber ku HSD hêzeke Emerîkî ye, lê endamên PKKê yên ne ji Rojavayê Kurdistanê dê derkevin.
*"Behane namînin"
Serkirdeyê berê yê PKKê Xelîl Atac tekez kir ku bi vê birarê behane bi destê Turkiyê namînin ku li deverên Herêma Kurdistanê her weha Efrîn û Serê Kaniyê bimînin, ez di wê baweriyê de me dê hêdî hêdî vekişin, û şêniyên gundan dê vegerin ser mal û mulkên xwe.