Wezareta Derve ya Sûriyê hevdîtina Trump û El-Şeri’ bi dîrokî bi nav dike

Wezareta Derve ya Sûriyê hevdîtina Trump û El-Şeri’ bi dîrokî bi nav dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek derbarê civîna Trump û El-Şeri’ derxist û behsa naveroka wê civînê kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê hevdîtin bi dîrokî bi nav kir û got tê de tekezî li ser girîngiya rakirina sizayan li ser Sûriyê û piştgiriya rêya çareseriyê û dubare avakirinê hate kirin.

Wezaretê da zanîn ku Trump tekezî li ser pabendbûna Emerîka bi rawestiyanê li gel Sûriyê di vê qonaxa hestiyar de kir.

Li gorî Wezareta derve ya Sûriyê, di hevdîtinê de behsa rêyên hevpariya Emerîkî Sûrî di warê jinavbirina terorê û hevkariyê di têkbirina bandora fakterên welatên din, û grûpên çekdar yên biyanî hate kirin.

*Civîna Trump û El-Şeri’

Îro 14ê Gulana 2025an, Civîna serokê Emerîka Donald Turmp û serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' li Siûdiyê bi rê ve çû.

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan jî bi rêya vîdiyo beşdariyê di civîna Trump, Bin Selman û El-Şeri' de kiribû.

Her weha bixwîne.. Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'