Civîna Turmp û El-Şeri’.. Helwest, karvedan û bandor

Civîna Turmp û El-Şeri’.. Helwest, karvedan û bandor

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Emerîka Donald Trump li gel Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ li Riyadê civiya.

Civîna wan nêzîkî 33 xulekan berdewam kir û tê de Şahzadê Cihnişîn yê Siûdiyê Mihemed Bin Selman amade bû, Her weha Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan bi rêya vîdiyoyê beşdar bû.

*Helwesta Turmp

Piştî civînê Trump ragihand, ku asayîkirina pêwendiyan li gel Sûriyê bi dîtina El-Şeri’ dest pê kir.

Trump di daxuyaniyên rojnamevanî de got jî, ku civîna li gel El-Şeri gelekî baş bû, û ew bi bawer e ku gelek derfetên wî hene û rakirina sizayan dê derfeteke mezin bide ji bû mana dewleta Sûrî û aramiya wê.

*Helwesta Koşka Spî

Koşka Spî da zanîn, El-Şeri’ tekezî li berjewendiyên hevbeş yên Emerîka û Sûriyê di jinavbirina terorê de kiriye, û bang li kompaniyên Emerîkî kiriye ji bo weberhênanê di kartên petrol û xazê de li Sûriyê.

Koşka Spî eşkere kir ku Serokê Emerîka hejmarek daxwaz ji Ehmed El-Şeri kirine, ew daxwaz jî ev in: 

*Îmzekirin li ser rêkeftina Ibraham li gel Israîlê

*Ji hemû terorîstên biyanî re bêjin bila ji Sûriyê derkevin

*Terorîstên Felestînî ji Sûriyê derxin

*Alîkariya Emerîka bikin ji bo qedexekirina vegera rêxistina DAIŞê

*Berbirsayetiya navendên girtiyên DAIŞê li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê li xwe bigirin.

*Helwesta Wezareta derve ya Sûriyê

 Ji aliyê xwe ve jî wezareta derve ya Sûriyê daxuyaniyek derbarî civîna Trump û El-Şeri’ derxist û hevdîtin bi dîrokî bi nav kir.

Li gorî wezaretê, tekezî li ser girîngiya rakirina sizayan li ser Sûriyê û piştgiriya rêya çareseriyê û dubare avakirinê hate kirin,, û Trump tekezî li ser pabendbûna Emerîka bi rawestiyanê li gel Sûriyê di vê qonaxa hestiyar de kir. 

Wezareta derve ya Sûriyê got jî, di hevdîtinê de behsa rêyên hevpariya Emerîkî Sûrî di warê jinavbirina terorê û hevkariyê di têkbirina bandora fakterên welatên din, û grûpên çekdar yên biyanî hate kirin.

*Bandor

Li gorî çavdêran Hevdîtina El-Şeri li gel Trump û biryara rakirina sizayan derfeteke nû li pêş Sûriyê vedike ji bo çareseriya rewşa navxwe û peydakirina aramiyê, her weha li ser asta navdewletî jî dê derfetê bide Sûriyê ji bo vegerandina pêwendiyan.