Wezareta Navxwe ya Sûrî: Me zêdetirî 9 milyon hebên kaptagonê desteser kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe di hikûmeta veguhêz a Sûrî de ragihand ku hêzên wê li gel ên Turkiyê di heyama zêdetirî ji mehekê zêdetirî 9 milyon hebên kaptagonê desteser kirine.
Rêveberê Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir a Sûrî Xalid Îd da zanîn ku hêzên wan li gel hêzên Turkiyê di piroseyeke hevbeş de, di heyama zêdetirî mehekê de, zêdetirî 9 milyon hebên kaptagonê desteser kirin, ji wan derdora 5 milyon heb bo Turkiyê hatibûn derbaskirin û yên din dihatin amadekirin bo qaçaxiyê.
Her weha, Wezareta Navxwe ya Sûrî wêneyên 4 kesan belav kirin û diyar kir ku ew kes karê belavkirin û qaçaxiya madeyên hişbir dikin û ji aliyê Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir li Helebê hatine girtin.
Li gorî wezaretê, ew ê kar li dijî bazirgaan û qaçaxçiyên madeyên hişbir bikin, ji bo peydakirina jîngeheke ewleh û aram ji welatiyan re.
Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, hîn qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.
*Her weha bixwîne: Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser kargeheke Kaptagonê