Berpirseke Yekîtiya Ewropa pêşniyara rakirina sizayên bêtir li ser Sûriyê dike
Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Ewropa pêşniyara sivikirina sizayên bêtir li ser Sûriyê ku derfetê bide piştgiriya du wezaretan, dike.
Ajansa "Reuters" got ku Kaya Kallas berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa, pêşniyar kiriye ku welatên Ewropî sizayên bêtir li ser Sûriyê sivik bikin, û li gorî wê pêşniyara nû, derfet dê were dayîn ku piştgiriya wezaretên "Berevanî û Navxwe" yên Sûriyê were kirin ji bo hevkariyê di warên dûbare avakirin, jinavbirina teror û koçberiyê de.
Ev gava Yekîtiya Ewropa piştî ragihandina serokê Emerîka Donald Trump a rakirina sizayên li ser Sûriyê, tê.
Biryar e wezîrên derve yên Ewropa di hefteya bê de li Bruksilê bicivin û pêwendiyên li gel Sûriyê gotûbêj bikin.
►Her weha Bixwîne.. Yekîtiya Ewropa hejmarek siza li ser Sûriyê rakirin.. Çi siza ne?