Emerîka dest bi proseya rakirina sizayan dike UN û HRW jî pêşwaziyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Wezarata Gencîneyê ya Emerîka destpêkirina proseya rakirina sizayan li ser Sûriyê ragihand.
Wezîrê Gencîneya Emerîka Scott Bessent di daxuyaniyekê de li ser "X" ragihand ku wezaretê dest bi proseya rakirina sizayan li ser Sûriyê kir, niha wezareta gencîneyê dest bi avêtina gavan ji bo sivikirina sizayên spandî li ser Sûriyê dike, bi armanca aramiya rewşê û alîkariya Sûriyê li ser tevgerê berev aştiyê.
*Pêşwazîkirina biryarê
Netewên Yekgirtî ragihand ku rakirina sizayan derfeteke dîrokî ya girîng e ji bo avakirina Sûriyê, û divê piroseya avakirina Sûriyê bi serperiştiyeke Sûrî giştgir be.
Cîgira Nûnerê Taybet ê Neteweyê Yekgirtî bo Sûriyê, Necat Ruşdî di daxuyaniyekê de got, Pirengiya Sûriyê jêdera hêza Sûriyê ye, û avakirina pêşeroja Sûriyê divê bi beşdariya hemû Sûriyan be.
Ruşdî tekez jî kir, bi rakirina sizayan derfeteke dîrokî li pêşiya Sûriyê peyda bûye ji bo dubare avakirinê, alîkarî û piştevaniya civaka navdewletî bo Sûriyê di dema niha de gelek in.
*HRW pêşwaziyê dike
Rêxistina Human Raghts Watch got ku biryara rakirina sizayan li ser Sûriyê gaveke girîng e, ji bo başkirina rewşa abûrî ya miletê Sûriyê, û hanê bi piroseya dubare avakirina Sûriyê dide.
Human Raghts Watch got, divê piştî ragihandina Trump a rakirina sizayan li ser Sûriyê, rêkarên Rêveberî û yasayî ji bo rakirina sizayan di zûtirîn dem de werin standin.
Rêxistinê diyar kir, sizayan rewşa bi miliyonên welatiyên Sûriyê ya abûrî xerab kiriye, û divê rakirina sizayan nebe cihê fişarên siyasî li ser tu aliyî û mercên ku werin danîn ji bo rakirina sizayan bi şarezayî werin danîn û bi rêkeftin û yasayên navdewletî yên mafên mirovan ve girêdayî be, û divê piroseya dubare avakirina Sûriyê bi serperiştiyeke Sûriyan be.