Emerîka tekeziyê li ser piştgiriya rakirina sizayan ji bo aramiyê li Sûriyê dike
Welat TV - Hewlêr
Emerîka tekez kir ku ew piştgiriya doseya rakirina sizayan dike bi aramanca bicihanîna aramiyê li Sûriyê.
Li bajarê Antaliya yê Turkiyê, wezîrê derve yê Emarîka Marko Rubio û wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî bi amadebûna hevşanê wan yê Turkiyê Hakan Fîdan, bo yekem car civiyan.
Wezareta derve ya Emerîka derbarî civîna Rubio û El-Şeybanî daxuyanî da û got ku wezîrê wê tekez kir ku Emerîka piştgiriya doseya rakirina sizayan li ser Sûriyê dike bi aramanca bicihanîna aramiyê li wir:
"Rubio pêşwazî li bangên Hikûmeta Sûriyê ji bo aştiyê li gel Israîlê, û hewlên danîna sînorekî ji hejmûna Îranê re li Sûriyê û jinavbiruna tevaya çekên kîmawî, kir".
Her di wê civînê de Wezîrê derve yê Emerîka tekezî li ser giringiya parastina mafên mirovan ên tevaya Sûriyan kir.
*El-Şeybanî: Me tevaya mijarên ku miletê Sûriyê dixwaze gotûbêj kirin
Ji aliyê xwe ve û piştî bidawîhatina Ccivîna li gel Rubio, wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî got ku ji dema hilweşandina Rêjîma Esed ve wan dest bi asayîkirina pêwendiyan li gel tevaya welatên Erebî û biyanî û her weha Emerîka jî kiriye.
El-Şeybanî got jî ku wî li gel wezîrê Emerîkî tevaya mijarên ku miletê Sûriyê dixwaze û xwestekên wan ên pêşerojê pêk tîne, gotûbêj kirin.
Her weha da zanîn ku piştî rakirina sizayên Emerîkî pêşeroja Sûriyê dê geşbîn be û bibe rikber li deverê.
*Civîna El-Şeri' û Trump
Serokê Emerîka Donald Trump ji Riyadê ragihandibû ku wî biryarek bi rakirina sizayan li ser Sûriyê piştî gengeşyan bi Bin Selman re stand. Piştî wê jî Trump li gel serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' civiya.
Trump piştî civînê got ku asayîkirina pêwendiyan li gel Sûriyê bi dîtina El-Şeri' dest pê kir.
►Her weha Bixwîne.. Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'