Xêrxwaziya Barzanî semînarek bo mamosteyê Kurdî li Efrînê li dar xist

Xêrxwaziya Barzanî semînarek bo mamosteyê Kurdî li Efrînê li dar xist
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî - Efrîn

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînereke taybet ji bo mamosteyên zimanê Kurdî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya fermî di tora civakî ”Facebook” de îro ragihnad: Di 22ê Çileya 2024an de, dezgehê pêşwazî li mamosteyên zimanê Kurdî li Efrînê kir, endamê desteya birêvebir û berpisê doseya Efrînê, Rewac Hacî, semînarek li ser hemahingiyê û çawaniya kar di warê mirovî de pêşkêş kir û xelat li ser wan hatin belavkirin.

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan ku li deverine Sûriyê û Turkiyê, her weha Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dabû, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeh bû karîbû di 10ê mehê de derbasî Efrînê û navçeya wê bibe.

Di 19ê heman mehê de bi fermî nivîsgeha xwe li Efrînê vekir, di 4ê Hizêranê de jî navendeke çand û geşepêdanê vekir, ta niha bi çalakiyên cur bi cur radibe û alîkariyan pêkêşî ziyandîtiyên erdhejê dike.