Karwankî Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwankî Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû
Erşîf

Welat TV - Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk derbasî bingeha xwe li gundê Qesrik li gundewarê Dêrikê kirin.

Jêderên xwecihî tekez kir, karwanekî leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 32 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, bi rêya dergehê Elwelîd yê hevsînorî bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bingeha Hevpeymaniyê li gundê Qesrik li gundewarê Dêrikê bi cih bû.

Di her du rojên borî de, milîsên ser bi Îranê ve armanckirina bingehên kêlgeha Elomer, kêlgeha Konîko û Elşedadî yên Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû.

Li gorî dawîn amara wezareta bergiriyê ya Emerîkayê (Pentagon), ji Cotmeha sala borî ve, 70 leşkerên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê di encama êrîşên milîsên ser bi Îranê ve, birîndar bûne.

9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarê Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.