Agir bi daristanên Efrînê ket û ziyanên mezin ên madî hatin tomarkirin
Welat TV - Hewlêr
Agirekî mezin bi daristanên gundê Xazyana yê herêma Efrîna Rojavayê ket û ziyanên mezin ên madî hatin tomarkirin.
Jêderên xwecihî ji gund îro 18ê Gulana 2025an ji Welat TV re ragihand ku Ji derengiya şevê ve agir vêketiye, û ziyanek mezin gihiştiye darên merxan ên daristanê.
Tîma berevaniya sivîl da zanîn ku tîmên wê gihiştine cihê şewatê û hewla vemirandinê didin.
Tîma Berevaniya sivîl diyar kir ku ji ber asêbûna rê, bilindbûna daristanan û gurbûna astê şewatê ew nikarin bi hêsanî agir kontirol bikin.
Ji sala 2018an ve, bi sedan şewat li Efrîn û navçeyên wê hatine tomarkirin, li gorî rêxistinan zêdetirî milyon û nîveke darên biber û bêber hatine şewitandin.
►Her weha bixwîne:
Ziyan hene.. Agir bi çiyayê Hawarê ket
Welatiyên Efrînê hawara xwe dikin: Agir bi plan tên vêxistin