Sireya wergirtina nên a jinan û mêran li Sûriyê ji hev hate cudakirin

Sireya wergirtina nên a jinan û mêran li Sûriyê ji hev hate cudakirin

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Sûrî ya Nanxaneyan biryar da ku êdî sireya wergirtina nên a jinan û mêran li nanxaneyan ji hev cuda bin.

Dezgehê îro da zanîn ku wê li ser fermana Wezîrê Abûrî û Pîşesaziyê di hikûmeta veguhêz a Sûrî de, biryara cudakirina sireya wergirtina nên a jinan û mêran li nanxaneyan standiye.

Her weha li gorî biryarê, sireyeke teybet ji kesên bitemen re dê hebe, ew yek jî wek rêzgirtinekê ji wan re. 

Li gorî dezgehê, ev biryar tê ji bo "dabeşkirina nên bi awayekî dadmend li hemû nanxaneyên hikûmî û taybet û her kesekî pabendiyê bi biryarê neke dê were sizakirin".