Karwanên yekemîn ên heciyên Sûriyê çûn Si'ûdiyê

Karwanên yekemîn ên heciyên Sûriyê çûn Si'ûdiyê
Karwanên yekemîn ên heciyên Sûriyê çûn Si'ûdiyê

Welat TV - Hewlêr

Yekemîn karwanên heciyên Sûriyê ji Balafirxaneya Şamê berê xwe da Si'ûdiyê.

Îro Yekşemê, du karwanên heciyên Sûriyê ku hejmara wan nêzîkî 500 kesî bû, bi rêya balafirxaneya Şamê berê xwe da Si'ûdiyê.

Wezîrê Ewqafa Sûriyê Mihemed Şikrî Ebû El-Xêr daye zanîn ku geştên Hecê îro dest pê kir û ta 2 Hezîranê berdewam dikin.
 
Her weha diyar kir ku ew di werzê Hecê yê vê salê de dê xizmeta 22.500 heciyên Sûriyê yên li hindir Sûriyê û dervî wê dimînin, bikin.
 
Wezîrê Ewqafa Sûriyê got jî ku hejmarek Şandeyên wan ji bo xizmeta heciyan hene, mîna Şandên Olî, Birêvebir, û ya Tenduristî.
 
*Heciyên Rojavayê Kurdistanê 

Her di vê derbarê de Ebdulîlah Keleş xwediyê kompaniyeke Hec û Umereyê ji "Welat TV" re got ku hejmara heciyên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê di werzê îsal de nêzîkî 775 kesî ye.

Ebdulîlah Keleş da zanîn jî ku ji wê hejmarê nêzîkî 25 kesan li Herêma Kurdistanê niştecî ne.