Dîdarek bi bûneya Roja Zimanê Kurdî li Elmaniya hat lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Dusildorfê yê Elmaniya bi bûneya roja zimanê Kurdî, dîdareke wêjeyî li dar xist.
Îro li bajarê Dusildorfê bi beşdariya hejmarek rewşenbîr û nivîskar, Navenda Revenda Kurdistanî dîdarek derbarê zimanê Kurdî û çawaniya pêşxistina wî li dar xist.
Di dîdarê de, serokê navendê Ebdela Cindî behsa zimanê Kurdî û girîngiya hebûna rojeke taybet ji bo wî kir.
Ji aliyê xwe ve, kesên beşdar jî, gotin li ser girîngiya zimên û çawaniya parastina wî weke bingehekê ji bo parastina nasnameya netewî pêşkêş kir.
Her weha, hejmarek helbest ji aliyê nivîskarên beşdar ve hatin xwendin serbarî gengeşeyên cuda di warê zimên de.
*Her weha bixwîne: Roja Zimanê Kurdî li Nemsayê hat pîrozkirin "Zimanê xwe biparêzin"