Vegera Kurdan bo Efrînê berdewam e "101 malbat di mehekê de vegeriyane"

Vegera Kurdan bo Efrînê berdewam e

Welat TV – Hewlêr

Di mehekê de, 101 malbatên Kurd vegeriyan Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî amarên ku ji Welat TV re hatine, ji mehekê ve 101 malbat vegeriyane 7 gund û navçeyan.

Amarên vegera malbatên Kurd ji mehekê ve weha ne:

*Navenda navçeya Mabeta 50 malbat vegeriyane

*Navenda navçeya Şiyê 8 malbat vegeriyane

*Gundê Hec Cemala 17 malbat vegeriyane

*Gundê Dîkê 11 malbat vegeriyane

*Gundê Çeqela Ortê 6 malbat vegeriyane

*Gundê Çeqela Jêrîn 6 malbat vegeriyane.

*Veger berdewam e

Li gor jêderên Welat TV, rojane malbat vedigerin ser cî û warê xwe, bi taybet ku niha rê hemû vekirî ne, di heman demê de malbatên ereb ên hawirde ji Efrînê derdikevin û vedigerin bajar û parêzgehên xwe.

*Komelgehên neştecîkirinê hatine valakirin

Ji aliyê xwe ve çalakvanan li ser torên civakî tekez kir ku hejmarek komelgehên neştecîkirinê hatine valakirin, nexasim piştî ketina Esed, malbatên Ereb vedigerin cî û warê xwe û êdî ew komelgek vala dibin, û metirsiyên guhertina demografî nemane.

►Her weha bixwîne.. Piştî 14 salan.. Malbateke Kurd ji Turkiyê vegeriya Efrînê