Herêma Kurdistanê û Îranê tekezî li ser xwesteka dualî ji bo pêşvebirina peywendiyan kir

Herêma Kurdistanê û Îranê tekezî li ser xwesteka dualî ji bo pêşvebirina peywendiyan kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de li gel Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Îraqçî, peywendiyên du alî û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cuda de, gotûbêj kirin.

Her du aliyan pesna peywendiyên kevnar ên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê da û tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşvebirina peywendiyan kir ku bi awayekê xizmetê ji aramî û berjewendiyên hevbeş ên Îran û Iraqê re tevî Herêma Kurdistanê jî bike.

Gotûbêjkirina rewşa deverê bi giştî mijareke din a hevdîtinê bû, tê de tekezî li ser girîngiya danûstandinê ji bo dûrxistina deverê ji pirsgirêk û aloziyan kir.