Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: Di rojekê de 23 kes jiyana xwe ji dest dane

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: Di rojekê de 23 kes jiyana xwe ji dest dane

Welat TV - Hewlêr

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku di 18ê Gulanê de 23 kes di rewşên cuda de li seranserî Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî di raporta xwe de da zanîn ku li seranserî Sûriyê 23 kes bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku di nav qurbaniyan de, zarok jî hene ku di encama teqîna mayîn û paşmayên şer de jiyana xwe ji dest dane.

*Qurbaniyên di bin eşkenceyê de

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da diyarkirin ku du kes di bin eşkenceyê de li Himsê, piştî ku ji aliyê hêzên Ewlehiya Giştî ve hatibûn giritin, jiyana xwe ji dest dan.

Her weha 8 endamên hêzên Ewlehiya Giştî li Meyadîn di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan.

►Her weha bixwîne.. Rewangeha Sûrî: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin