Yasanasekî Sûrî: Bi hebûna Ebû Emşa û Ebû Şeqra dadmendiya veguhêz nayê bicîkirin
Welat TV - Hewlêr
Yasanasê Sûrî Mihemed Elî Paşa da zanîn ku biryarên serokatiya Sûriyê yên ji bo bicîkirina dadmendiya veguhêz tenê rêjîma Esed weke tawanbar daye naskirin û tawanbarên din bêpar kirine.
Paşa ji Welat TV re got: "Li Sûriyê ne tenê rêjîma Esed a hilweşiyayî tawan û binpêkirin di dermafê gelê Sûriyê de kirine, lê belê gelek grûpên çekdar ên opozisyonê jî û grûpên din ên terorîst tawan û binpêkirin encam dane û nabe werin paşguhkirin".
►Her weha bixwîne.. El-Şeri’ biryara avakirina komîtên Dadweriya Veguhêz û Windabûyan derxist
Yasanasê Sûrî Mihemed Elî Paşa diyar kir "Gelek kêmasî di biryara El-Şeri´ derbarê dadmendiya veguhêz de hene û niha zemîn û jîngeheke guncaw ji bo bicîkirina dadmendiya veguhêz li Sûriyê tune ye".
*Binpêkirinên hovane li dijî gelê Kurd
Yasanasê Sûrî Mihemed diyar kir Elî Paşa got jî: "Gelek encamderên tawanan pileyên bilind di hikûmeta Şamê de wergirtine, weke Ebû Hatim Şeqra û Ebû Emşa yên ku tawan û binpêkirinên hovane li dijî gelê Kurd li Efrîn û bajarê din encam dane, ew ê çawa dadmendiyê bi cî bikin, bêguman nikarin, ji ber ku bi xwe encamder in".
Yasanasê Sûrî Mihemed Elî Paşa tekez kir "Divê mîkanîzmên zelal ji bo dadgehkirinê hebin, û nabe tu kes ji dadgehkirinê bêpar bimîne".