Berpirsek sedema teqêna Meyadîn diyar dike
Welat TV - Hewlêr
Di encama teqîna bajarê Meyadîn ê parêzgeha Dêra Zorê de, 3 endamên polîsan hatin kuştin û 2yê din birîndar bûn.
Ajansa Sana da zanîn ku, teqîn li navenda polîsan a li bajarê Meyadîn duh 18ê Gulanê rû da, tê de 3 endam hatin kuştin, û 2 jî birîndar bûn her weha ziyaneke mezin a madî hat tomarkirin.
Qaymeqamê Devera Meyadîn Xelîl Ebdulmin´im di daxuyaniyekê de da zanîn ku piştî lêpirsînan, diyar bû ku sedema teqînê otombîl hatibû bombirêjkirin.
Diyar ku heta niha nehatiye diyarkirin destê li paş teqînê kî ye, û lêkolîn û lêpirsîn berdewam in.