JI destpêka salê ve.. DAIŞê 86 êrîş li deverên di bin kontirola "Rêveberiya Xweser" de encam dane

Welat TV - Hewlêr

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku di nîvê yekem ê Gulanê de, Rêxistina DAIŞ a Terorîst 14 êrîş li deverên di bin kontirola "Rêveberiya Xweser" de encam dane

 Raportê diyar kir ku bilindbûna rêjeya êrîşan di dema dawiyê de bûye nîşana dubare rêxistin û çalakbûna şaneyên DAIŞÊ li deverê.

*86 êrîş ji destpêka salê ve

Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka sale ve ta 15ê Gulanê, DAIŞê 86 êrîş li wan deveran encam dane.

Ew êrîş DAIŞê bi vî awayî belav bûne: 73 êrîş li Dêra Zorê, 9 êrîş li Hesekê û li Reqayê 4 êrîş.

Di wan êrîşan de, ji destpêka 2025an ve ta 16 Gulanê, 31 kes hatine kuştin, jê 5 sivîl bûn, 21 endamên HSD û 5 çekdarên DAIŞê bûn.

Ev amar di demekê de ne, ku civaka navdewletî hişiyarî ji zêdebûna metirsiya DAIŞê li Sûriyê didin û banga zêdekirina hewlan dikin ji bo girtina rê li pêş çalakî û êrîşên wê yên ku dibin sedema metirsiya welatiyan û ketina qurbaniyan.

*Her weha bixwîne: Di rojekê de 23 kes jiyana xwe ji dest dane