Qamişlo.. Serokê ENKS hevdîtinek li gel xelkê Serê Kaniyê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl hevdîtinek li gel xelkê Serê Kaniyê li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li Qamişlo li dar xist.

Bi beşdariya bi dehan kes ji xelkê Serê Kaniyê, Mihemed Ismaîl li ser dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rawestiya.

Her weha, serokê ENKSê behsa derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û mîkanîzmên avakirina şanda Kurdî ya hevbeş ji bo danûstandinên rasterast li gel hikûmeta Sûrî ya veguhêz.

Di dawiya hevdîtinê de, kesên beşdar pirs arasteyî serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kirin û bersiva wan hate dayîn.

*Her weha bixwîne: Xwecihiya Efrînê ya ENKSê derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî gotûbêj kirin