Biro: Desteya Danûstandkara Sûriyê diçe Fransayê

Biro: Desteya Danûstandkara Sûriyê diçe Fransayê
Ibrahîm Biro

Welat TV - Hewlêr

Ibrahîm Biro, nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê di Desteya Danûstandkara Sûriyê ya oposizyonê de, got Desteya Danûstandkra Sûriyê berê xwe dide Fransayê.

Ji bo gengeşekirina proseya siyasî li Sûriyê, biryar e şandek ji Desteya Danûstandkara Sûriyê hejmareke hevdîtinan li Parîsê enacm bide.

Biro li ser rûpela xwe ya fermî got: Îro Çarşemê 24ê Çileya 2024an, şandek ji desteyê bi serokatiya Bedir Camûs serokê desteyê, û endamtiya wî weke nûnerê ENKSê, Elîs Mufric di Desteya Hemahengiyê de, û Cemal Silêman di Platforma Elqahîrayê de serdana Frensayê bike.

Biro da diyarkirin: Ev serdan dê dema çend rojan dirêj bike, şanda desteyê dê bi hejmarek berpirsiyarên di Wezareta Derve ya Frensayê de û endamên perlementoya Ferensî û nûnerên revenda Sûrî li Frensa bicive.

Da zanîn: Şanda Desteyê di hevdîtinên xwe de li gel berpirsiyarên Frensî re dê piroseya Siyasî û girîngiya dîtina rêyên cidî ji bo bicîkirina biryara Civaka Navdewletî 2254 gotûbêj bike.

Ji dema ku şerê Rûsiyê û Okrayna dest pê kiriye, guhdan bi kirîza Sûriyê û dîtina çareseriyan kêm bûye.