HRW: Desthilata sînordarkirî ya Komîta Dadweriya Veguhêz rastgoyiya wê lawaz dike

HRW: Desthilata sînordarkirî ya Komîta Dadweriya Veguhêz rastgoyiya wê lawaz dike
HRW: Desthilata sînordarkirî ya Komîta Dadweriya Veguhêz rastgoyîya wê lawaz dike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina "Humen Rights Watch" diyar kir ku desthilata sînordarkirî ya "Komîta Dadweriya Veguhêz" a Sûriyê rastgoyiya wê lawaz dike û gelek qurbanî dûr kirine.

Rêxistina "HRW" derbarî fermana Serokatiya Sûriyê ya avakirina komîtên "Dadweriya Veguhêz û Windabûyan" raportek belav kir û got, ku erkê Komîta Dadweriyê Veguhêz bi tenê tawanên Rêjîma Esed e, û qurbaniyên binpêkirinên aliyên din li xwe nagire.

Li gorî raportê: "Bê zelalî û karekî avakirî li ser mafan û beşdarbûna rasteqîne a qurbaniyan, ev hewl bi ser nakeve û xwestekên Sûriyan bi ciha naîne".

"Humen Rights Watch" bang li desthilatdarên Sûriyê dike da ku sûdê ji ezmûnên serkeftî yên mîkanîzmên Netewên Yekbûyî û rêxistinên qurbaniyan, werbigire û proseya Dadweriya Veguhêz giştgir be.

*Komîtên Dadweriya Veguhêz û Windabûyan

Di 17 vê meha Gulanê, Serokatiya Sûriyê avakirina 2 komîtên serbixwe ji bo "Dadweriya veguhêz û Windabûyan" ragihand.

Mîkanîzma karê herdu Komîtan û erkên wan rastî rexneyên mafnasa hatin "ji ber ku karê wan bi tenê binpêkirinên Rêjîma hilweşandî li xwe digire û binpêkirinên aliyên din li xwe nagirin".