Holenda.. Zarokeke ji Rojavayê Kurdistanê pileya yekem di pêşbirkeke "Judo" de bi dest xist

Holenda.. Zarokeke ji Rojavayê Kurdistanê pileya yekem di pêşbirkeke

Welat TV - Hewlêr

Keçeke penaber ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di pêşbirkeke werzişa  "Judo" de li Holendayê pileya yekem bi dest xist.

Kanî Botanî di pêşbirka Cûdû ya navdewletî de li ser asta zarokan, ku tê de 1000 kesî di 140 tîmî de ji 9 welatên Ewropî beşdar bûn, di hemû lîstikan de bi ser ket û pileya yekem bi dest xist.

Kanî di lîsteka yekem de li dijî lîstikvaneke Elmanî de bi ser ket, di lîstika duyem de li dijî lîstikvaneke Fransî û di lîstika sêyem de jî li dijî lîstikvaneke Îtalî bi ser ket.

Malbata Kanî Botanî penaberî Holendayê bûbû, tevî ku Kanî li wir mezin bûye lê bi zimanê Kurdî baş diaxive.