FAO: Hişkesalî dê bibe sedema têkçûna 75% ji berhemên genim li Sûriyê

FAO: Hişkesalî dê bibe sedema têkçûna 75% ji berhemên genim li Sûriyê
FAO: Hişkesalî dê bibe sedema têkçûna 75% ji berhemên genim li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Netewên Yekbûyî hişiyarî ji hişkesaliya li Sûriyê da.

Nûnerê Rêxistina Xwarin û Çandiniyê "FAO" li Sûriyê bo Ajansa "Reuters" diyar kir ku hişkesalî û zuhabûna vê salê dê bibe sedema têkçûna nêzîkî 75% ji berhemên genim ên xwecihî.

Li gorî wê Rêxistinê, tê pêşbînîkirin ku kêmasî bikeve di xwarinê de: "Ew kêmasî jî dighêje nêzîkî 2.7M tonên genim".

Nûnerê "FAO" li Sûriyê Toni Ettel diyar kir: "Dibe ku rakirina sizayan û alîkariyên darayî karta çandiniyê li Sûriyê vejînin û berhem baştir bikin".

Beriya niha jî, Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî di raportekê de gotibû ku astengiyên derbarî ewlehiya xwarinê li Sûriyê zêdetir dibin û divê dezgehên mirovî û aliyên fakter ên civaka navdewletî destwerdanê bikin.