Bi beşdariya pizîşkên Rojavayê Kurdistanê.. Çalakiyên EuroPCR 2025 li Parîsê bi rê ve diçin

Bi beşdariya pizîşkên Rojavayê Kurdistanê.. Çalakiyên EuroPCR 2025 li Parîsê bi rê ve diçin

Welat TV - Hewlêr

Çalakiyên Kongira Ewropî derbarê nexweşiyên dil (EuroPCR 2025) li Parîsê paytexta Fransayê bi rê ve diçin.

Kongire ji 21 ta 23yê Gulanê, bi rê ve diçe, û bernameyeke giştgir pêşkêş dibe, ku guhdanê didê pêwîstiya nexweşên dil û pêwîstiyên lêkolînan derbarê nexweşiyên dil de.

Di kongirê de, pispor û lêkoleran di warê nexweşiyên dil de beşdar in û nûtirîn alavên pizîşkî yên taybet bi pişkinîn û neştergeriya dil tên nimayîşkirin.

Hejmarek pizîşkên Rojavayê Kurdistanê jî di kongirê de beşdar in û weke pispor û pizîşkên beşdar nûtirîn zaniyariyan derbarê alav û teknîkên pizîşkî werdigrin.