Hunermend Ciwan Hesen koça dawî kir

Hunermend Ciwan Hesen koça dawî kir

Welat TV - Hewlêr

Hunermendê Kurd Ciwan Hesen derngiya şeva bûrî 22 Gulana 2025an koça dawî kir.

Hunermend Ciwan Hesen li bajarê Amûdê Sêşema bûrî rastî bûyereke şewatê hatibû û dihat dermankirin.

Li gorî jêderan rêjeya şewata Hunermend Ciwan Hesen 95% li yek li nexweşxaneyên Helebê jiyana xwe ji dest da.

Jiyana xwe ya hunerî weke sazvanê tembûrê dest pê kir, pişt re dest bi stranan kir, bêtir ji 20 stran ji saz û awazên wî ne.

Piştî şerê 2018an ji mala xwe koçber bû, li Şehbayê bi cî bû, piştî 8 salan careke din ji Şehbayê jî koçberî Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû û li bajarê Amûdê niştecî bû.

Ciwan Hesen ji şêniyên gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, xêzandar e û bavê 3 zarokan e.