Wezareta Derve ya Emerîka: Rakirina sizayan pêwîstî bi hemahingî û demê heye

Wezareta Derve ya Emerîka: Rakirina sizayan pêwîstî bi hemahingî û demê heye
Wezareta Derve ya Emerîka: Rakirina sizayan pêwîstî bi hemahingî û demê heye

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Emerîka da zanîn ku bicîkirina biryara Trump derbarî rakirina sizayên li ser Sûriyê pêwîstî hemahingiya hejmarek aliyan e û ev yek dem jê re divê.

Tammy Bruce berdevka Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyên rojnamevanî de got ku Serokê Emerîka Donald Trump biryareke zelal da ku dem hatiye ji bo bidawîkirina sîstema sizayên li ser Sûriyê.

Li gorî Bruce, desthilata Trump a berfireh di vê doseyê de heye, lê ji bo bicîkirina vê biryarê pêwîstî bi derxistina molet û biryarên rêxistinî ji hejmarek alî, nexasim Wezareta Gencîneyê heye.

Berdevka Wezareta Derve ya Emerîka got jî, ji dema ku Trump biryara rakirina sizayan li ser Sûriyê daye, kar dest pê kir, lê hin dem jê re pêwîst e.

*Rakirina sizayan û civîna El-Şeri' û Trump

Di 12ê vê meha Gulanê de, serokê Emerîka Donald Trump ji Riyadê ragihandibû ku wî biryarek bi rakirina sizayan li ser Sûriyê piştî gengeşyan bi Bin Selman re stand.

Piştî wê jî Trump li gel serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' civiya.

►Her weha Bixwîne.. Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'