Emerîka siza li ser Ehmed El-Şeri' û 25 kesayetiyên din rakirin

Emerîka siza li ser Ehmed El-Şeri' û 25 kesayetiyên din rakirin

Welat TV - Hewlêr

Emerîka siza li ser Ehmed El-Şeri', hin berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûrî û hin dezgehên hikûmî rakirin.

Wezareta Gencîneyê ya Emerîka siza bo heyama 6 mehan ji ser Ehmed El-Şeri' û wezîrê navxwe Enes Xetab û 24 berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûrî û hin dezgehên hikûmî rakirin.

Wezîrê Gencîneyê Scott Bessent di daxuyaniyekê de da zanîn ku ev biryar li ser soza Donald Trump weke handerekê ji vekirina deriyê weberhênanê ji Sûriyê re tê.

Wezîrê Gencîneyê diyar kir ku divê Sûriyê bibe welatekî aram û seqamgîr, bi hêvî ne ev biryar Sûriyê berev rêyeke geş bibe.

Scott Bessent got jî, Ev biryar rê nade sûdê bigihîne Rûsyê, Îran û Koriyaya Bakur, her weha rêxistinên terorî û rêjîmê berê li xwe nagire.

Wezareta Gencîneyê ya Emerîka got jî Ev biryar dê abûriya Sûriyê çalak bike û armanc jê damezrandina abûriya Sûriyê, weberhênan û piştevaniya hikûmeta nû ye.

Emerîka di daxuyaniya xwe de serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz bi "Colanî" bi nav kir.