Stenbol.. El-Şeri' û Erdogan civiyan

Stenbol.. El-Şeri' û Erdogan civiyan
Stenbol.. El-Şeri' û Erdogan civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan civiyan.

Îro Şemiyê, di seredaneke ku nehatibû ragihandin de Ehmed El-Şeri' gihişte Stenbolê û li gel Erdogan civiya.

Di civînê de ji aliyê Turkiyê ve her yek ji wezîrê derve Hakan Fîdan, wezîrê berevaniyê Yaşar Guler û serokê istixbaratan Ibrahim Kalin amade bûn.

Her weha ji aliyê Sûriyê ve her yek ji wezîrê derve Es'ed El-Şeybanî û wezîrê berevaniyê Murhef Ebu Qesre û hejmarek berpirsên din amade bûn.

Ew civîn dûrî ragihandinê bi rê ve çû û ta niha tu daxuyaniyên fermî derbarî danûstandin û naveroka civînê nehatine derxistin.