Tomas Barrack: Hikûmeta Sûriyê di eşkerekirina çarenivîsa wendabûyên me de dê hevkar be
Welat TV – Hewlêr
Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê ragihand ku Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê li ser hevkariyê li gel Emerîka derbarî eşkerekirina çarenivîsa wendabûyên Emerîkî, pejirandiye.
Thomas Joseph Barrack di daxuyaniyekê de û piştî civîna li gel El-Şeri’ li Turkiyê got, Hikûmeta nû ya Sûriyê razî bû ku hevkar be derbarî eşkerekirin çarenivîsa welatiyên Emerîkî yên ku li Sûriyê wenda bûne yan jî vegerandina termên wan.
Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê got jî ev yek gaveke bihêz e ber bi pêş ve, û malbatên Austin Tice, Macid Kem Elmaz û Kayla Jean Mueller hêjan e ku bersivan wergirin û ev doseya mirovî ya biêş bi dawî were.
►Her weha bixwîne:
Dayîka rojnamevanê Emerîkî Austin Tice serdana Sûriyê dike
Pizîşkekî Emerîkî di zîndanên rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da