FAO tekeziyê li ser berferehkirina hevkarî û bicîkirina bernameyên stratecîk li Herêma Kurdistanê dike

FAO tekeziyê li ser berferehkirina hevkarî û bicîkirina bernameyên stratecîk li Herêma Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a rêxistina xwarin û çandiniyê ya bi ser Netewên Yekgirtî ve FAO civiyan.

Şand bi serokatiya serokê rêxistinê Şo Doniyo, bû, her weha balyozê Iraqê li Italiya û balyozê Iraqê li rêxistinê amade bûn.

Her du aliyan bihêzkirina hevkariya hevbeş di warê çandinî û asayîşa xwarinê de gotûbêj kir, her weha bandorên li ser guhertinîn keşûba, hişksalî, kêmbaran, û rûbirûbûna astengiyên li pêş çandnî, av û xwarinê gotûbêj kirin. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û bernameyên rêxistinê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku rola wê di bicîkirina projeyên geşepêdan, û asayîşa xwarinê de bilind nirxand.

*Berferehkirina hevkariyê

Ji aliyê xwe ve, serokê rêxistinê, nîşan bi guhdana Herêma Kurdistanê bi karta çandiniyê da her weha amadebûna rêxistinê ji bo berferehkirina hevkarî û bicîkirina bernameyên stratecîk piştrast kir, ku armanca wê xizmetkirin û geşepêdana berdewam li Herêma Kurdistanê ye.