3 pirtûkên nivîskar Sebrî Resûl li Elmanya hatin îmzekirin

3 pirtûkên nivîskar Sebrî Resûl li Elmanya hatin îmzekirin

Welat TV - Hewlêr

Ahenga îmzekirina hejmareke pirtûkên nivîskar Sebrî Resûl Li Elmaniya bi rê ve çû.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya li bajarê Essen ê Elmanya ahenga îmzekirina pirtûkên nivîskar Sebrî Resûl li dar xist.

Di ahengê de 3 pirtûkên Sebrî Resûl ên bi zimanê Erebî ku li ser wêje, rexnegerî, çand û çîrokan in, hatin Îmzekirin.

Navnîşanên pirtûkan: 

*Talankirina ramanî û rewşenbîrî الاستلاب الفكري والثقافي

*Nasname û ciwaniya cih الهوية وجماليات المكان

*Hin kurteçîrokên Kurdî مختارات من القصة الكوردية القصيرة

Di wê ahengê de hejmarek ji wêjevan û rewşenbîrên Kurd û hezkerên wêjeyê amade bûn.