Reuters: Civînên ewlehî di navbera Israîl û Sûriyê de hatine lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Jêderên ewlehî dibêjin ku civînên nehênî yên ewlehî di navbera Sûriyê û Israîlê de li deveran sînorê hatine lidarxistin.
Ajansa Reutersê li ser zarê 5 jêderan, 2 jêderên Sûrî, 2yên rojavayê û yekî Herêmî ragihand ku di hefteyên dawiyê de hejmarek civîn di navbera Sûriyê û Israîlê de li devera sînorî di navbera her du welatan de hatine lidarxistin, jê hin civîn li deveran di bin kontirola hêzên Israîlê de bûn.
Jêderên Sûrî diyar kir ku şanda Sûriyê bi Serokatiya parêzgarê Quneterê û berpirsê ewlehî yê wê parêzgehê Ehmed El-Dalatî bû, her weha 2 jêderan got ku, şanda Israîlê ji berpirsên ewlehî pêk dihat.
Ev civîn tên, hevdemê hevdîtinên nehênî di navbera berpirsên Israîlî û Sûrî li Îmaratê ku li gorî Rojnameya Yedioth Ahronoth, “Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ ji Israîlê xwestiye ku demekê bide wî ta ku rewşê li hundirê Sûriyê kontirol dike”.
Beriya çar rojan jî, fermandarekî grûpeke çekdar a Filestînî, ku ji Şamê derketiye û nasnameya xwe diyar nekir, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî re got ku piştî hilweşîna Rêjîma Esed û hatina desthilata nû li Sûriyê, piraniya fermandarên grûpên çekdar ên Filestînî ku Îranê piştevaniya wan dikir ji Sûriyê deketin û berê xwe dan welatên din weke Libnanê.
*Her weha bixwîne: Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'