Agirekî din bi çiyayekî Efrînê ket
Welat TV - Hewlêr
Agirek Li çiyayê gundê Be´dîna yê navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket û ziyanek gihişt rûberekî mezin.
Dîdevanan ji Welat TV re got ku îro 27ê Gulana 2025an, danê nîvroyê agir bi çiyayê gundê Be´dîna ket, ji ber bilindbûn û zehmetiya rê şêniyên gund nikarîbûn xwe bigihînin wî cihî û vemrînin.
*3 şewat
Ji 18 mehê ve li gorî jêderên Welat TV 3 caran agir bi çiyayên Efrînê ketine, di 18ê Gulanê de derengiya şevê agir li çiyayê gundê Xazyana ket.
Di 23 mehê jî agir bi çiyayê Hec Hesna ket di encamê de ziyaneke mezin gihişt daristan, û darên çiyayî û darên merxan.