Rêveberiya hêlên esmanî ya Sûrî hejmara balafirên xwe zêde dike
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya hêlên esmanî ya Sûrî hejmara balafirên xwe di heyama 3 mehan de zêde dike.
Rêveberê hêlên esmanî ya Sûrî Samih Erabî da zanîn ku ew hejmara balafirên xwe di heyama 3 mehan de bo 5an zêde dikin.
Samih Erabî diyar jî kir ku geştên wan yên bê bo Lîbiyayê bin û ew kar li ser destpêkirina geştan bo Misrê dikin.
Di vê derbarê de, her du kompaniyên veguhestina esmanî Nas û Edîl yên Si´ûdiyê diyar kir ku geştên wan bo Sûriyê di hefteyên bê de dest pê dikin.
*Her weha bixwîne: Piştî 14 salan yekem geşta esmanî ji Urdunê gihişt balafirxaniya Helebê