EU siza li ser fermandar û grûpên çekdar ên Sûriyê sepandin

EU siza li ser fermandar û grûpên çekdar ên Sûriyê sepandin

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Ewropa siza li ser du fermandar û 3 grûpên çekdar ên Sûriyê sepandin.

Yekîtiya Ewropa duh 28ê Gulana 2025an, da zanîn, Ji ber encamdana binpêkirinan li Berava Sûriyê û Helebê siza sepandine.

*Fermandar û grûpên rastî sizayan hatine ev in: 

*Mihemed Casim Ebû Emşa

*Sêf Bolad Ebû Bekir

*Grûpa Sultan Silêman Şah

*Grûpa Hemzat

*Grûpa Sultan MuradYekîtiya Ewropa da zanîn, van grûpan binpêkirin li dijî mafên mirovan li Berava Sûriyê encam dane, her kesê ku binpêkirinan encam bide dê were sizadan. 

*Amensty: Bûyerên Berava Sûriyê tawanên cengî ne

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amensty di 3yê Nîsana 2025an de, got ku bûyerên Berava Sûriyê tawanên cengî ne û hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber tevlîheviya xwînrêj de.

Rêxistinê di raportekê de  got, milîsên alîgir ji hikûmeta Sûriyê re li bajarê Baniyasê yê Beravê, di her du rojên 8 û 9ê Adarê de bêtirî 100 kesî kuştine û 32 kes ku ji pêkhateya Elewî li ser nasnameyê hatine kuştin.