Siwêda.. Teqîna bombeyekê bû sedema birîndarkirina 6 kesan

Siwêda.. Teqîna bombeyekê bû sedema birîndarkirina 6 kesan

Welat TV - Hewlêr

6 kes di encama teqîna bombeyeke çandî de li gundewarê Siwêdayê birîndar bûn.

Rûpela Siwêda 24 ragihand, piştî teqîna bombeyeke çandî li ser rêya Erîqa-Necran ku bi otombîleke hawarçûnê (ambulanseke veguheztina nexweşan) teqiye 6 kesên birîndar gihiştin nexweşxaneya niştîmanî ya Siweydayê.

Li gorî heman jêderê ew rê paqij bû û bi eweyekî asayî çûnûhatin tê de dihat kirin, ev jî nîşan wê yekê ku şeva bûrî bombe li ser rê hatiye çandin.

Rûpela Siwêda 24 tekez kir, beriya niha girjî û alozî li wê rêyê derketibûn, rastî top û mûşekan hatibû. 

►Her weha bixwîne.. Grûpekê êrîşî avahiya parêzgeha Siwêdayê kir û parêzgar berê xwe da Şamê