Erdogan: HSDê ji bo bicîkirina xalên rêkeftina li gel Şamê xemsar e

Erdogan: HSDê ji bo bicîkirina xalên rêkeftina li gel Şamê xemsar e

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan got ku HSD behaneyan derbarî rêkeftina li gel Şamê bi kar tîne, û xwe dide aliyekî, û ji bo bicîkirina xalên rêkeftinê xemsar e

Îro 29ê Gulana 2025an, Erdogan di daxuyaniyên rojnamevanî de got, tevî ku HSD rêkeftina li gel Şamê derbarî tevlîbûna xwe di nav dezgehên hikûmetê de îmze kiriye, lê xwe dide aliyekî û behaneyan bi kar tîne.

Her weha Erdogan amaje bi parastina yekparçebûna xaka Sûriyê û bicîkirina rêkeftina HSD û Şamê kir, û got ew rewşê dişopînin ew ê bêdeng nemînin.

Pêncşema bûrî jî, Receb Teyib Erdogan bang li Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê kiribû ji bo guhdanê bi rêkeftina wê ya li gel HSDê bike û bi cî bike. 

*Proseya pevguhertina dîlan

Duh qonaxeke din ji proseya pevguhertina dîlan di navbera Şamê û HSD de li Helebê hat bipaşxistin ku ew prose yek ji xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri´ û Mezlûm Ebdî ye.

Serkirdeyê PYDê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Nûrî Şêxo da zanîn ku hikûmeta veguhêz a Sûrî ne pabend e bi proseya pevguhertina dîlan û bi awayekî neberpirsyarane nêzîkî mijaran dibe.

Şêxo diyar kir ku wan hemû dîlên hikûmeta Şamê anîne Helebê ji bo pevguhertinê li gel dîlên HSDê û 2 demjimêran li benda wan man, lê ewlehiya bajêr gotiye ew îro ji piroseya pevguhertinê re ne amade ne.

Her weha bixwîne.. Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî