Rûsya: Danûstandin li ser bingehên me li Sûriyê di çarçoveya diyalogeke giştgir de ne

	Rûsya: Danûstandin li ser bingehên me li Sûriyê di çarçoveya diyalogeke giştgir de ne
Rûsya: Danûstandin li ser bingehên me li Sûriyê di çarçoveya diyalogeke giştgir de ne

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya "Sergey Vershinin" got ku ew danûstandinan derbarî bingehên xwe yên leşkerî li Sûriyê di çarçoveya diyalogeke giştgir de, dikin.

Vershinin îro Pêncşemê, di daxuyaniyekê de ji Ajansa "Novosti" ya Rûsî re diyar kir jî ku "Rûsya li gel Sûriyê di diyalogeke avakirî li ser rêzgirtinê de derbarî komek pêwendiyên dualî, berdewam e".

Li gorî cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, ew diyalog berjewendiyên herdu aliyan li ber çav digire.

Meha bûrî, nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî tekez kiribû ku hêzên Rûsî li Sûriyê hîn li xalên xwe ne û diyalog li gel Hikûmeta Sûriyê berdewam e.