Ji destpêka salê ve.. Rûsiya 2.6 milyon bermîlên petrolê henardeyî Sûriyê kirine
Welat TV - Hewlêr
Rûsiya derdora 2 milyon û 600 bermîlên petrolê ji destpêka salê ve hinardeyî Sûriyê kirine.
Ajansa Reutersê li ser zarê jêdereke di karta petrolê de li Lundonê veguhest ku Rûsiya henardekirina petrolê bo Sûriyê zêde kiriye.
Li gorî ajansê, Rûsiya ji destpêka 2025an ve, derdora 350 hezar ton ji petrolê (wate derdora 2 milyon û 600 hezar bermîlî) henardeyî Sûriyê kirine.
Reutersê da zanîn jî: ”Gemiya bi navê Mîtzil ya Rûsî, ku di bin sizayên Emerîkî de ye, bi 140 hezar ton ji petrolê hatiye barkirin û berê wê li bendera Baniyasê ye li Sûriyê”.
Ajansa navbûrî ev yek girêda bi pilanên Rûsî li Rojhilata Navîn û Ifrîqiya û diyar kir ku ”Rûsiya ji demeke dirêj ve Sûriyê weke dergehekî sereke ji bo oporasiyonên leşkerî û baziraganî li wan deveran dibîne”.
*Her weha bixwîne: Pîşesazên Sûrî geşbîn in piştî rêkeftina hikûmeta Şamê û grûpa UCC Holding